Siyasetmedarên Efrînê û Fermandariya YPG’ê civiyan

Siyasetmedarên Efrînê û Fermandariya YPG’ê civiyan

Bi armanca nirxandina geşedanên dawî li herêma Efrînê û êrîşên komên çekdar ên li dijî Rojavayê Kurdistanê di navbera YPG’ê û nûnerên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encmûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civînek awarte hate lidarxistin.

Bi beşdariya fermanderê giştî YPG Sîpan Hemo di navbera YPG, MGRK û ENKS li Efrînê civînekî awarte hate lidarxistin. Di civîna bi rêzgirtina ji bo cangoriyên gelê Kurd re despêkir, fermandarê giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo axivî û bal kişand ser geşedanên dawî li Rojava û êrîşên komên çekdar ên li dijî Rojavayê Kurdistanê. Hemo dazanîn ku şoreşa Rojava bi rengekî aştiyane despêkir lê, jiber êrîşên komên çete veguheriye heremekî şer.

 Hemo, bibîrxist ku gelê kurd ji destpêka şoreşê ve li ser xeta sêyemîn tevgeriyaye û ji ber vê yekê gelek hêz û bi taybet Tirkiyê, opozîsyona Sûriyê û Rêjîma Baas yekê pir tengav bûye. Ev hêzan li dijî gelê Kurd lihev kirine û astengiyan jibo Rojavaya Kurdistan derdixin.  Hemo dest nîşan kir ku wan hêzan bi armanca tune kirinê komên radîkal û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra li dijî kurdan didin şerkirin.

Di berdewama axaftina xwe de Hemo destnîşan kir ku di êrîşên li dijî gelê Rojava Artêşa Azad jî heye û wiha got; “Di daxuyaniyên Endamê Meclîsa Leşkerî ya Helebê Ebdulcebar El-Igêdî yên nijatperest diyar bû ku, ev li dû êrîşan dijî Rojavaya Kurdistanê ne. wan hêzan dixwazin dema pevçûnên li herêmê dirêj bibe û herem ji rewşa xwe ya ewle derkeve û aloz bibe. Hinek ji tabûrên Artêşa Azad di xizmeta rêjîma Baas, hêzên Ewropî, Tirkiyê û Emerîka tevdigerin.”

Fermandarê Giştî YPG’ê Sîpan Hemo da zanîn ku êrîşên li dijî bajarokên Til Eran û Til Hasil jî piştî têkçûna êrîşkaran li dijî herêmên Efrîn, Kobanê û Serêkaniyê pêk hatiye. Di dawiya axaftina xwe de Hemo destnîşan kir ku gelek çeteyên kurd ên mîna tabûra Azadî, Selehadîn, Tabûra Yûsif el-ezma û Komele jî di êrîşên li dijî Til Eran û Til Hasil de cihê xwe digrtine û ev tişt got; “ Dê hêzê me ev komên çekdar di komkujiyande destê wan heye bê bersiv nehêle û wê dema wê de hesap ji wan bixwaze.”

Piştî Hemo yek ji fermandarên YPG’ê Selah El-Dîn Kemal jî axivî û bang li hemû hemû partiyên siyasî û gelê kurd kir da ku piştgiriya hêzên YPG’ê bikin û bi awayekî hevbeş bixebitin. Kemal bang li hemû aliyan kir da ku rê li ber koçberiyê bigirin û guh li bangên valakirina herêmê nekin.

Civîn bi nîqaşan dom kir û hemû aliyan biryar da ku pêwîste Desteya Bilin a Kurd rola xwe ya sereke bilîze û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û aborî têkeve nava hewldanan. Di civînê hemû alî hem deng bûn ku piştgiriya YPG’ê di milê madî û menewî bikin.

Di dawiya civînê de hemû aliyan êrîşên komên çekdar şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi YPG’ê re nîşan dan û dan zanîn ku dê di 23’ê Tebaxê meşekê bi armanca piştgiriya YPG’ê lidarbixin.