Siyasetmedaran bertek nîşanî astengkirina Muslim da

Siyasetmedaran bertek nîşanî astengkirina Muslim da

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bertek nîşanî qedexekirina Salih Muslim ya ketina Başûrê Kurdistanê da û diyarkir ku, ev helwest netenê dê li dijî Salih Muslim be û got, “Ev helwesteke ku dê zirarê bide hemû berjewendiyên hevpar ên gelê Kurd.”

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku Deriyê Sinor yê Sêmalkan girtine, 17’ê Cotmehê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim xwest derbaz bibe destûr nedan. Li ser vê yekê siyasetmedarên Kurd bertek nîşanî vê nêzîkatiyê dan.

REMZÎ KARTAL: ARMANC EWE KU ÇÛNA CENEWRE ASTENG BIKIN

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li ser Stêrk Tv astengkirina Salih Muslim nirxand û got: “Astengkirina Salih Muslim, encama îtîfaqa PDK û Tirkiyeyê ye.”

Kartal destnîşan kir ku, ev helwest netenê li dijî Salih Muslime, heman demê de tê wateya hevkariya êrîşên li dijî Kurdên Rojava. Muslim wiha axivî: “Bi vê tê armanckirin ku çûyîna Kurdên Rojava ya Cenewreyê asteng bikin. Ev bi tu awayî nayê qebûl kirin. Ev helwesteke dê zirarê bide berjewendiyên hevpar ên gelê Kurd. Rêveberiya Başûr nikare ji vê berpirsyartiyê bireve.”

PERVÎN BÛLDAN: LI PIŞT BIRYARÊ TIRKIYE HEYE

Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Bûldan bertekek hişk nîşanî astengkirina Salih Muslim ya ji aliyê PDK’ê ve û ev nirxandin kir:

“Di rojên ku Konferansa Netewî pêkwere astengkirina Salih Muslim ji aliyê PDK’ê ve, tê wateya kelema li pêşiya yeketî û bi hev  re bûna Kurdan û ev nêzîkatî nayê qebûl kirin. Hevserokê PYD’ê serdana hemû welatan dike, astengkirina wî ya Başûr watedare. Em dixwazin ev rabe.”

Bûldan da diyarkirin ku, di pêvajoya aştiyê de yeketî û bi hev re bûna Kurdan girînge û wiha axivî: “Pêwîste mirov ji bîr neke ku li pişt vê jî Tirkiye heye.”

TEV-DEM: DIXWAZIN KURDAN BIXENIQÎNIN

Rêveberê TEV-DEM’ê Huseyîn Çawiş jî bertek nîşanî astengkirina Muslim da. Çawiş balkişande ser ku, ev polîtîkaya ku di pêşengiya PDK’ê de tê kirin, eleqeya xwe bi Tirkiyeyê re heye. Çawiş anî ziman ku, PDK û hikumeta AKP’ê dixwazin Kurdan bixeniqînin û da zanîn ku, ew dê ti caran nekarin yeketiya navbera Kurdan xirab bikin.