Sirgûnkirina girtiyan didome
Sirgûnkirina girtiyan didome
Sirgûnkirina girtiyan didome
Ji Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê girtiyê bi navê Hemgîn Durak sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hate kirin.
Li gorî agahiyên ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê bi riya malbatan dayîn, girtiyê bi navê Hemgîn Durak (Xemgîn) di 24'ê adarê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hate kirin. Girtiyan diyar kir ku, rêveberiya girtîgehê bêyî hincet Durak sirgûn kir û li hemberî van sirgûnan bêdeng namînin û xwestin raya giştî bi hîstiyar be.