Sirgûnên li girtîgehan ji AKP'ê hat pirsîn

HDP'ê polîtîkaya sirgûnkirina girtiyan, bi pêşnûmepirsekê xist rojeva Meclîsê.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, der barê sirgûnên li girtîgehan de pêşnûmepirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Kenan Îpek kir.

Beştaş a HDP'yî ji Wezîr Îpek xwest bersiva van pirsan bide:

"Sedema veguhastina li girtîgehan a dema dawî çi ye?

Çima mehpûs ji girtîgehên gelekî dûrî warê xwe tên şandin? Di nava sê mehan de çiqas mehpûs hatin sirgûnkirin? Ev veguhastina nava sê mehên dawî li kîjan girtîgehan pêk hatin? Girtî ji kîjan girtîgehan hatin veguhastin.

Mehpûsên hatine veguhastin, ji kîjan sûcî tên darizandin an jî hatine mehkûmkirin? Veguhastin bi giranî di hin sûcên diyar de tên kirin, sedema vê çi ye? Ji bo dawîkirina veguhastinê û şandina mehpûsan ji bo girtîgehên nêzî malbata wan, hûn difikirin ku tiştekî bikin?

Ji ber sirgûnê girtî nikarin mafê xwe yên hevdîtinê bi kar bînin, ku ev mafekî qanûnî ye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Gelo armanca di veguhastinan de, bêparhiştina girtiyan ji mafê hevdîtinê û meşandina îşkenceya psîkolojîk e?"