‘Sinorê Şikestî’ ji Beyrûdê jî bi xelat vegeriya

‘Sinorê Şikestî’ ji Beyrûdê jî bi xelat vegeriya

Dokûmantera derhêner Kaywan Karîmî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ya bi navê 'Sînorê Şikestî' di 13. Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a li Beyrûdê de bû duyemîn. 

Festîval di navbera 1-10'ê Cotmehê de li Beyrûdê pêk hat û 9 fîlm hêjayî xelatê hatin dîtin. Derhêner Kaywan Karîmî bi kurte dokûmantera xwe ya bi navê 'Sînorê Şikestî' xelata duyemîniyê wergirt. 

'Sînorê Şikestî' di Festîvala Fîlman a Mostremp a Spanyayê de ku 1100 kurte fîlm lê amade bûn, di Festîvala Fîlman a Leydan a li Holandayê û di Festîvalên Navneteweyî yên mîna festîvala "Antofagasta" ya li Şîliyê 9 xelat wergirtibû.