'Sifreya ser rûyê erdê' tevî baranê jî hat danîn
'Sifreya ser rûyê erdê' tevî baranê jî hat danîn
'Sifreya ser rûyê erdê' tevî baranê jî hat danîn
“Sifreya Ser rûyê Erdê” ya di Meha Remezanê de ji aliyê Mislimanên Antîkapîtalîst û Mislimanên Şoreşger ve her êvar ji bo fitarê li cihekî tê danîn vê carê jî li pêşiya Îskeleya Uskudar hat danîn.
“Sifreya Ser Rûyê Erdê” ya di Meha Remezanê de ji aliyê Mislimanên Antîkapîtalîst û Mislimanên Şoreşger ve her êvar ji bo fitarê li cihekî tê danîn vê carê li pêşiya Îskeleya Uskudarê hat danîn. Li Stenbolê tevî barana barî jî bi sedan mirov li pêşiya Îskeleya Uskudarê hatin gel hev. Bi xwendina ezana êvarî re hemwelatiyan bi xwarinên ku ji malên xwe anîbûn fitara xwe vekirin û ji bo xwe ji baranê biparêzin bi poşetên ligel xwe anîbûn xwe parastin. Fitara ku gelek kes beşdar bûn bi axaftinên hatin kirin bi dawî bû.
Ligel wê ji roja yekemîn a Remezanê ve ku Şaredariya Stenbolê li navçeyên cuda yên Stenbolê konên fitarê vedane, îro hat dîtin ku tevî ezan jî hatibû xwendin hemwelatî li benda xwarinê man