'Şîdeta polîsan zêde bû'

'Şîdeta polîsan zêde bû'

Parêzvanên mafê Mirovan diyar kirin ku serokwezîrê tirk Erdogan bi xwe talîmata lê bide daye polîsan û gotin ew ji ber vê şîdeta polîsan bi fikarin. Parêzvanên mafê mirovan bang li hikûmetê kirin ku dest ji gotinên  ku îşkenceyê teşwiq dike berdin û berpirsyariya xwe bînin cih.

ÎHD’a Amedê, Baroya Amedê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya nûnertiya Amedê, Odeya Tabiban, Navenda Pêşveçûna Civaka Sivîl bi wesîleya Roja Têkoşîna bi Îşkenceyê re li parqa Koşuyolu daxuyaniyek da.

Endama Komîsyona Têkoşîna bi Terorê reya ya Şaxa ÎHD’a Amedê Pinar Dalkuş Ayman got: “rayedar emr dikin, îşkence kolanê zêde dbie. Li dijî îşkence û cezayê di 26’ê hezîrana 1987’an de Peymana Parastina Navnetewî ya Netewên Yekbûyî ketiye meriyetê.  Di sala 1997’an de Lijneya Giştî ya NY’ê ji ber girîngiya peyamên 26’ê hezîranê wek Roja Têkoşîna li dijî îşkenceyê îlan kirin.

DMME’Ê TIRKIYE MAHKUM KIR

Ayman got îşkence bi armanca çav tirsandinê pêk tê û got ew ji bo ku piştvaniya xwe ya bo kesên îşkence dîtine bînin ziman li qadane. Li gorî xala 5’emîn a Danezana Mafê Mirovan ya Gerdunî û 3’emîn xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê îşkence hatiye qedexekirin û  ligel vê hikûmeta AKP’ê îşnceya bê sînor li ser gel dide meşandin. Polîsên tirk hema her roj îşkence û muameleya xerab didin meşandin. DMME’ê di 10’ê nîsana 2012’an de Tirkiye ji ber îşkenceya hovane mahkum kir.”

Aymand a zanîn ku ev pêkanîn ji ber zîhniyeta dewletê pêk tê û Erdogan bi xwe talîmata lê bide dide polîsan. Ayman wiha got: “Di rojên dawî de li girtîgehan nexweşên girtî rastî şîdetê tên. Divê hikûmet û rayedar dest ji gotinên îşkenceyê teşwiq dike berdin.”