Sibê wê li Stenbolê mitînga ‘azadiyê’ bê lidarxistin

DEM Partî wê li ser peyamên ku di encama hevdîtinên bi Rêber Apo re derketine de wê Sibê li Qada Esenyurtê “Mitînga Aştiyê ya ji bo Azadiyê” li dar bixe.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Part) li ser peyamên ku di encama hevdîtinên bi Rêber Apo re derketine de biryara “Aştiya Civakî û Hevdîtinên Azadiyê” girt.

Di çarçoveya hevdîtinan de wê sibê li Stenbolê mitîng bê lidarxistin. Mitîng di saet 13:00’an de li Qada Esenyurtê bê lidarxistin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari beşdarî mitîngê bibin.

HDK wiha bang kir, “Em gelan, ciwan, kedkkar, jin û hemû beşên baweriyan vedixwînin Mitînga Aştiyê ya ji bo Azadiyê.”