Sibê wê bajarê Aydinê jî bêje hukûmetê, 'Gav biavêje'
Sibê wê bajarê Aydinê jî bêje hukûmetê, 'Gav biavêje'
Sibê wê bajarê Aydinê jî bêje hukûmetê, 'Gav biavêje'
Rêxistina BDP'ê ya Aydinê, sibê wê bi şîara "Hikûmet gav biavêje" meşekê li dar bixe. Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Aydinê Raîf Kanat bang kir ku hemû kes tevlî meşê bibin.
Rêxistina BDP'ê ya Aydinê di çarçoveya kampanyaya "Hikûmet gav biavêje" de sibê wê meşeke girseyî li dar bixe. Meş saet di 19.00'an de wê li Parka Sulu bê lidarxistin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Aydinê Raîf Kanat, diyar kir ku ji bo hukûmet di pêvajoya çareseriyê de gav biavêje wê meşê li dar bixin û bang kir ku hemû kesên têkildar tevlî meşa wan bibin.