Şêx Seîd li Elezîz û Çewlîkê hate bibîranîn

Şêx Seîd li Elezîz û Çewlîkê hate bibîranîn

Şêx Seîd û hevalên wî di salvegera darvekirina wan de li Çewlîk û Elazîzê de hatin bibîranîn.

BDP'a Elazîzê ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî ku di 29'ê Hezîranê 1925'an de li Çiyayê Derî ya Amedê hatibûn darvekirin, li Salona Ataparkê bernameya bîranînê li dar xist. Rêvebirên BDP'ê ya Elazîzê, Nêviyê Seyît Riza Rustem Polat, nêviyên Şêx Seîd Kasim Firat, Diyadin Firat û Mehmet Firat, nûnerên EMEP, KESK, ÎHD, Şaredarê Vertetîl Fîkret Sertkaya, nivîskar û lêkolîner Îbrahîm Sediyanî û bi sedan welatî beşdarî bernameyê bûn. Di salonê de posterên Şêx Seîd û Seyît Riza hate daliqandin. Di bernameya ku bi rêzgirtinê dest pê kir, mewlîd hate xwendin. Serokê BDP'ê ya Elazîzê Tûran Çelîk axivî û da zanîn ku serhildana ku Şêx Seîd da destpêkirin îro ji aliyê nêviyên wî tê meşandin.

Nîvîskar û lêkolîner Îbrahîm Sediyanî jî diyar kir ku bingeha Serhildana Şêx Seîd bi Peymana Qasra Şêrîn hatiye avêtin û wiha got: "Em dizanin ku tevgera Şêx Seîd di sala 1925'an pêk hatiye. Lê destpêka esasî ne ev e. Ev pêvajo heta Peymana Qesra Şêrîn diçe. Ev peyman pir girîng e, bi vê peymanê cara ewil Kurdistan dibe du perçe. Dema ev peyman tê kirin ji kurdan re napirsin. Li ser vê yekê gel bertek nîşan didin. Yek ji wê demê de dijî kalê Şêx Seîd Şêx Haşîm e. Wê demê Şêx Haşîm li hemberê hikumeta Osmanî li ber xwe dide û ji aliyê padişahê Osmanî Mûratê 4'emîn tevî malbata xwe tê qetilkirin. Ji wan tenê kesek difilite."

Nêviyê Şêx Seîd Diyadîn Firat jî di bernameya bîranînê de axivî û wiha got: "Fêmkirina têkoşîna Şêx Seîd ji famkirina rastiya Kurdistanê û têkoşîna gele kurd ku îro dimeşîne, derbas dibe. Îro kes baweriya xwe bi dîrokê nake, ji ber ku tu caran mazlûman dîroka xwe nenivîsandiye. Ji ber ku dîrok her tim ji aliyê hêzdaran ve hatiye nîvasandin. Mazlûman ji ber vê yekê baweriya xwe ji tiştên ku jiyandine anîne. Îro em jî baweriya xwe ji tiştên ku me jiyan kirine tînin."

Ji bo bibîranîna Şêx Seîd û hevalên wî li Konaxa Yaylali ya Çewlîkê mewlîd hate dayîn. Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê, KCD, DA-DER, Şaxa KURDÎ-DER a Çewlîkê, MEYA-DER, nêviyê Şêx Seîd Bedrî Firat û gelek welatî beşdarî mewlidê bûn. Piştî xwendina mewlidê nêviyê Şêx Seîd Bedrî Firat axivî û têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî vegot. Piştî Firat xizmê Şêx Seîd Mûhammed Dara Akar axivî û da zanîn ku gelê Çewlîkê ku bê şert piştgirî daye têkoşîna Şêx Seîd gelek berdêlên giran daye û wiha got: "Tevgera Azadiya Kurd ku şopdarê têkoşîna Şêx Seîd e, têkoşînekî ku divê çawa ku piştgirî dabûn têkoşîna 1925'an piştgiriyê bidin vê têkoşînê jî."