Şêx Saîd û hevalên xwe tên bibîranîn
Şêx Saîd û hevalên xwe tên bibîranîn
Şêx Saîd û hevalên xwe tên bibîranîn
Di navbera 21-28’ê hezîranê de dê Şex Saîd û hevalên xwe bi bernameyên cur bi cur bên bibîranîn. Bi pêşengiya Komîsyona Baweriyan KCD’ê Platforma Şêx Saîd û hevalên wî hat avakirin û platfom dê hefteyekê çalakiyan pêk bîne.
Piştî berxwedana Pîranê di 29’ê hezîrana 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê Şêx Saîd û 46 hevalên xwe hatibûn darvekirin. Platforma bi armanca vê hatibû avakirin di çarçoveya salvegera wan de heta 28’ê hezîranê dê çalakiyan pêk bîne.
Çalakiyên li Amed û hemû navçeyên wê dê pêk werin, sibê piştî nimêja înê li Pîranê dê mewlud bê dayîn û dê daxuyaniyek bidin çapemeniyê.
Di 28’ê hezîranê de jî Qada Deriyê Çiyê piştî nimêja înê dê daxuyaniyek bê dayîn û her wiha êvarê jî dê çalakiyek pêk were.