Sevîmlî: Ya ku tê xwestin bê darizandin ÇHD ye
Sevîmlî: Ya ku tê xwestin bê darizandin ÇHD ye
Sevîmlî: Ya ku tê xwestin bê darizandin ÇHD ye
Di rûniştina destpêkê ya doza darizandina 9 jê girtî 22 parêzerên ÇHD'yî de roja biryara navberê ye. Rûniştin bi parastina parêzerê girtî Sekreterê ÇHD'ê yê Stenbolê Guçlu Sevîmlî dewam dike. Di dawiya rûniştinê de tê payîn heyeta dadgehê der heqê daxwaza berdanê de biryara xwe ya navberê aşkera bike.
Rûniştina destpêkê ya doza darizandina 9 jê girtî 22 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), di roja sêyemîn de li 23. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dîtin.
Di rûniştina dozê de temamiya parêzerên girtî û ji parêzerên ne girtî tên darizandin 7 jê amade bûn. Li gel girseyeke parêzeran a ji bo parastinê, hejmareke zêde xizmên girtiyan jî weke temaşevan beşdarî rûniştina dozê bûn. Dema parêzerên girtî ketin salona rûniştinê dirûşmên "Zext nikarin serî li me bitewînin" hatin qîrîn."
Li dû tespîta nasnameyê, parastiya Naciye Demîr a duh nîvco mabû, dewam kir. Dûre jî ji parêzerên girtî Sekreterê ÇHD Şaxê StenboLê Avnî Guçlu Sevîmlî dest bi parastinê kir. Sevîmlî ragihand ku ewê di parastina xwe de der heqê ÇHD û karên wê de pêşkêşiyekê bike û anî ziman ku sedema vê jî ragirtina wan a ji ber karê ÇHD'ê ye.
Sevîmlî diyar kir ku dema polîsan li mala wî lêgerîn kirin, li tiştên der heqê ÇHD'ê geriyane û got, "Lê belê di tevahiya lêgerînên xwe de der tiştek nedîtin. Lewma ya ku tê xwestin bê darizandin ÇHD ye." Sevîmlî da zanîn ku ÇHD di sala 1974'an de hatiye damezrandin, di sala 1980 de hatiye girtin, di sala 1990 de careke din hatiye damezrandin û xebatên xwe dewam dike. Sevîmlî destnîşan kir ku ÇHD rêxistineke girseyî ya demokratîk e û li cem gelê bindest û xizan cih girtiye.
Rûniştina dozê bi parastina Sevîmlî dewam dike.