SES: Guhertina bernameya tenduristiyê bandorê li tenduristiya me dike
SES: Guhertina bernameya tenduristiyê bandorê li tenduristiya me dike
SES: Guhertina bernameya tenduristiyê bandorê li tenduristiya me dike
Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES), destnîşan kir ku nîzama nû ya Saziya Ewlekariyê ya Civakî (SGK)ê ya di bin navê “teserrufê” de malzemeyên tibî yên ku pêwîst e carekê werin bikaranîn ku rê vedike ji carekê zêdetir werin bikarînin, her diçe tenduristiya civakê xera dike.
SES’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku nîzama “teserrrûfê” tenduristiya mirovan xera dike. Di daxuyaniyê de tê gotin ku Saziya Ewlekariyê ya Civakî (SGK) ji bo berdêla xizmeta tenduristiyê ya ji Nexweşxaneyên Zanîngehên Weqfê û ji Saziyên Tenduristiyê yên Taybet digire zêde bike rê vekiriye ku malzemeyên tibî ji nû ve werin bikaranîn.
Daxuyaniya SES’ê wiha berdewam dike: “Bernameya guhertinê ya di Tenduristiyê îflas kiriye û hîn ku zû ye divê ji vê rêyê vegerin. Sendîkaya me SES, bi tevayî Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî û bi rêxistinên pişeyî re di têkoşînê de bi biryar e. Tenduristî maf e, divê bêpere û baş be. Divê di serî de astengiyên ji ber pereyan tevayî astengiyên li pêşiya xizmeta tenduristiyê werin rakirin. Têkoşîna me ji bo vê ye û heta encam were stendin wê berdewam bike.”