Servet Encu hat binçavkirin

Servet Encu hat binçavkirin

Servet Encu yê ku komkujiya Roboskê sax xilas bû hate binçavkirin.

Servet Encu ku di komkujiya Roboskê de biraziyê xwe wenda kir û ew jî bi saxî xilas bû, di navbera gundê Roboskê û navçeya Qilabanê de di nokteya kontrolê ya leşkerî de dema nasnameya wî kontrol dikir, bi îdiaya lêgerîna wî heye hat binçavkirin.

Encu yê ku ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin, birin qerekola Leşkerî ya Qilabanê. Ji saetên sibê û şûnde Encuyê hat binçavkirin hêj li Qerekola Leşkerî ya Qilabanê girtiye.