Şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê deh hezaran ve hatin defnkirin
Şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê deh hezaran ve hatin defnkirin
Şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê deh hezaran ve hatin defnkirin
Şervanên YPG û YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane tên defnkirin. Şervanê YPG’ê Baran Gunana, Murat Kaysî, Îbrahîm Erbay, Mazlum Tograp û şervana YPJ'ê Tuba Karaer ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin.
GUNANA LI QERSÊ JI ALIYÊ HEZARAN VE HAT OXIRKIRIN
Şervanê YPG'ê Baran Gunana ku di şerê li hemberî çeteyan de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest li Qersê ji hêla hezaran kesî ve hat defnkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Barana Gunana ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Semsûrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da ber bi gundê Poşezahîm ê Cilawûza Qersê ve hat rêkirin. Cenazeyê Gunana bi tevlîbûna Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane û sedan welatî ji Mizgefta îstasyonê ya Qersê hat wergirtin û ji bo defnkirinê ber bi gundê Poşezahîmê ve bi rê ketin. Girseyê cenazeyê Gunana li ser milê xwe kirin û birin ber mala wan. Dawiyê girse bi berzkirina dirûşmayên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Kujer DAIŞ hevkar AKP" heta goristanê meşiyan.
Piştî wecibeyên olî û duayan cenazeyê Gunana hat defnkirin. Piştî defnkirinê parlamenter Mulkiye Bîrtane axivî. Bîrtane sersaxî ji malbatê xwest û li ser girîngiya berxwedana Kobanê rawestiya.
Piştî axaftinê girse ji bo cangoriyan dua xwendin û dawiyê ji goristanê veqetiyan.
JI BO MURAT KAYSI Û ÎBRAHÎM ERBAY LI SÊRTÊ MERASÎM
Murat Kaysi (Demhat Şoreş) ê li Kobanê di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest da ji aliye hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyên Murat Kaysi (Demhat Şoreş) û Îbrahîm Erbay ên YPG’ê yên li Kobanê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Rihayê duh êvarê anîbûn Amedê. Cenazeyên ku ji bo bên definkirin ji Amedê şandin Sêrtê li navçeya Misircê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi dîrşûmayên “Şehîd namirin” hate pêşwazîkirin.
Cenazeyên Kaysi û Erbay bi konvoya ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi Sêrtê derketin rê. Cenazeyên YPG’iyan di ketina taxa Barişê ya Sêrtê ji aliyê ciwanên ku alên YPG, KCK, PKK û YDG-H’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin ve hate pêşwazîkirin. Ciwanan dirûşmayên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin. Piştre cenaze anîn mizgefta Mele Emer. Li mizgeftê nimêja cenaze hate kirin û hevalên Kaysi cenaze girtin li ser milên xwe û birin Goristana Şeyh Mûsa ya li Taxa Doganê. Cenaze bi beşdariya deh hezaran kesan ve li goristanê bi dirûşmayên “Şehîd namirin” hate definkirin.
Piştî cenaze hate defnkirin hevalên wî gora Kaysi bi alên PKK, KCK, YPG û YDG-H’ê xemilandin. Bi hezaran kesên beşdarî merasîmê bûn sirûda çerxa şoreşê xwendin û rêz girtin. Di merasîmê de Serokê DBP’ê yê Sêrtê Mehmet Ata Înan axivî û diyar kir, xiyalên ku çeteyên DAIŞ’ê ava kirin li Kobanê bi berxwedana ciwanên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatine têk çû. Înan wiha got: “Em li vir hem bang li hikûmeta AKP’ê hem jî yên piştgiriyê didin van çetayan dikin. Êdî gelê Kurd bûye yek dil û dê bi ruhê berxwedana Kobanê bersivê bide êrîşên ku tên kirin. Ji ber vê yekê jî êrîşên li hemberî gelê Kurd ê ku qedera Rojhilata Navîn diyar dike rawestînin.”
Serdanên sersaxiyê yên ji bo Kaysi li taxa Barişê dê 3 rojan berdewam bike.
Kesên beşdarî merasîma cenaze bûn piştre ji bo beşdarî merasîma cenazeyê Îbrahîm Erbay ê li Dihê bê definkirin bi konvoya ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi Dihê ve derketin rê.
JI BO KARAER Û TOGRAP LI ÊLIHÊ MERASÎM
Cenazeyên şervana YPJ’ê Tuba Karaer (Vejîn Koçer) û şervanê YPG’ê Mazlum Tograp (Mazlum Batman) ketina Êlihê de li tesîsên bêhnvedanê yên Bardakçilar bi dirûşmayên, “Şehîd namirin”, "Bijî berxwedana Kobanê" hatin pêşwazîkirin. Cenazeyê Karaer paşê bi karwanekî bi sedan wesayîtan anîn Taxa Petrolkent mala Karaer.
Paşê di nav wan de Parlamentera HDP’ê Ayla Akat Ata jî ku hebû tabûta Karaer bi kesk û sor û zer hat xemilandin li ser milan anîn Goristana Girê Savaro.
Cenazeyê şervana YPJ’ê Karaer, li gel gora xizmên wan gerîlaya HPG’ê Muhbet Karaer (Vejîn Êlih) a di sala 2012’an de li Çelê jiyana xwe ji dest da hat defnkirin. Piştî defnkirinê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî axaftinan li Taxa Petrolkent taziye hat danîn.
Piştî defnkirina cenazeyê Karaer bi hezaran kes ji bo defnkirina cenazeyê şervanê YPG’ê Mazlum Tograpber bi Qubînê ve ketin rê. Cenaze di tevahiya rê de ji aliyê bi sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Cenaze ku demekê li ber malê hat rawestandin paşê ber bi Qubînê hat birêkirin.
Cenazeyê Tograp bi dirûşmayên, Şehîd Namirin” ku spartin axê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
Apê Tograp Alaeddîn Tograp, sersaxî ji gelê Kurd re xwest û got ku biraziyê wî di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest daye.
Teziyeya ji bo şervanê YPG’ê wê li gundê Zîxur ê Hezo bê qebûlkirin.