Şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxir kirin
Şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxir kirin
Şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxir kirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Behrî Semo (Sefkan Erdal) û Beşar Şêxmus (Çekdar) ku 2 roj berê di êrîşa çeteyan de jiyana xwe jidest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên Behrî Semo (Sefkan Erdal) û Beşar Şêxmus (Çekdar) ku di 23’yê Kanûnê de di encama êrîşa komên çete ya li dijî benda YPG’ê ya li gundê Xirbit El Benat ê 25 kîlometre dikeve rojavayê Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dabûn, ji Nexweşxaneya Serêkaniyê hatin wergirtin. Cenazeyên ku ji aliyê hezaran kesî ve hatin wergirtin, piştre bi karwanekî wesayîtan di bin sloganên “şehîd namirin” û tîlîliyên jinan de ber bi Goristana Şehîdan a Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê ve hate oxirkirin.
Piştî ku karwan gihîşt Berkevirê, merasîma leşkerî hate lidarxistin. Di merasîma ku wêneyên şehîdan hatin vekirin û sloganên “Şehîd namirin” hatin berzkirin de, li ser navê YPG’ê Hisên Koçer axivî û soza şopandina riya şehidan da. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê û Dirbêsiyê, Partiya Çep a Kurd li Suriyê jî axaftin hatin kirin. Axaftvan li ser girîngiya parastinê rawestiyan û piştgiriya xwe ya ji bo YPG’ê anîn ziman.
Piştî axaftinan cenazeyên herdu şervanan bi slogan û tîlîliyan hatin definkirin.