Şervanê YPG'ê Sûbaşi hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Sûbaşi hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Sûbaşi hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Vedat Sûbaşi (Cûdî Welat) yê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Kolosok ê navçeya Mûş Dêrxasê cihê lê ji dayik bûye, hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Vedat Sûbaşi yê ji Pirsûsê hat wergirtin û anîn Mûşê, ji aliyê bi sedan kesên ku Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Cîhan Akpolat, Hevşaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî û rêveberên HDP'ê yên Bajêr jî di nav de bûn hat wergirtin û anîn gundê Kolosok ê navçeya Dêrxasê.
Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund, girseya gel darbest hilgirt ser milan û ber bi goristana gund ve dest bi meşê kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanê YPG'ê Sûbaşi hatin hilgirtin û dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana YPG'ê" hatin qîrîn.
Cenazeyê anîn goristanê, li ger dirûşme û duayan hat veşartin. Kekê şervanê YPG'ê Sûbaşi Cesîm Sûbaşi piştî veşartinê axivî û banga yekîtî û hevgirtinê kir. Sûbaşi got, "Ez ji her kesên em bi tenê nehiştin re spas dikim. Bila Xwedê vê neheqiyê qebûl neke."
Piştre nûnerê MEYA-DER ê Mûşê Îrfan Kandemîr axivî, bal kişand ser berxwedana Kobanê û got, "Berxwedana Stalîngradê ji bo mirovahiyê bûye xwedî girîngiyeke dîrokî. Bawer bin berxwedana Kobanê jî wê ji bo mirovahiyê dîrokî be."
Piştî axaftinan girseya gel, hat mala Sûbaşi û sersaxiya malbatê kir.