Şervanê YPG’ê Coşkun hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ahmet Coşkun (Erdal Herekol) ê li Hesekê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Edeneyê hate oxirkirin.

Şervanê YPG'ê Ahmet Coşkun (Erdal Herekol) li Hesekê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî duh şev piştî karê otopsiyê ji, nexweşxaneye hate girtin û ji bo definkirinê ber bi Edeneyê ve hate rêkirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Coşkun bi sedan wesayîtan di ketina otobana Ceyhanê bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hate pêşwazîkirin û ber bi Edeneyê vê hate rêkirin. Cenazeyê Coşkun bi karwaneke ji sedan wesayîtan pêk dihat birin taxa Gulbaxçeyê û li wir ji hêla bi deh hezaran welatî ve hat pêşwazîkirin. Welatiyan cenazeyê Coşkun li ser milan kirin û heta Goristana Kuçukobayê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Coşkun, alên PKK, KCK, YPG û YPJ hate hilgirtin û bênavber dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Namzetê HDP’ê yên Edenê jî beşdarî meşê bûn. Cenaze piştî wecîbeyên olî hat definkirin û welatiyan bi sirûda "Çerxa şoreşê" deqeyek rêz girtin.
Li ser gorê bavê şervanê YPG’ê Coşkun Habeş Coşkun axaftinek kurt kir. Coşkun bal kişand ser merheleya şehîdbûnê û bilêv kir ku Erdal şehîdê gelên bindest û Rojhilat Navîn û wîha domand: “Bila serê gelê Kurd û serê Serok Apo sax be.”
Piştî axaftinan welatî ji goristanê veqetiyan û çûn sersaxiya malbatê.