Şervana YPJ’ê Yalçinkaya hat defnkirin
Şervana YPJ’ê Yalçinkaya hat defnkirin
Şervana YPJ’ê Yalçinkaya hat defnkirin
Şervana YPJ’ê Dîlan Yalçinkaya (Dîlan Xerzan) di şer û pevçûnên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan li Bedlîsê hat veşartin.
Cenazeyê şervana YPJ’ê Dîlan Yalçinkaya (Dîlan Xerzan) a di şer û pevçûnên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, ji Riha hat wergirtin û li tesîsên Buzlupinar ên Bedlîsê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Cenaze bi karwanekî ji sedan wesayîtan anîn Mizgefta Kizil Mescîd. Li vir piştî wecîbeyên olî cenaze li ser milê jinan bi dirûşmên, "Bijî berxwedana YPG", “Bijî berxwedana YPJ”,"Ey şehîd xwîna te erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" anîn goristana Awêx Qadirîler. Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, rêveberên DBP û HDP’ê, hevşaredarên Bedlîs, Norşîn, Ovakişla, Mûtkî û Xîzanê di nav bi hezaran welatiyan de cihê xwe girtin.
Di merasîmê de axaftina destpêkê ji aliyê Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Taşdemîr ve hat kirin. Taşdemîr got, ”Rêhevala me Dîlan hiqûqnas bû, dikarîbû jiyaneke hê xweştir jiyaba. Lê Dîlan ji edaleta heyî bawer nekir, ji bo azadiya gelê xwe Kobanê hilbijart. Ti gotineke ku em bikin namîne, tişta bê kirin ev e ku em xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
Xizmê şervana YPJ’ê Ensarî Yalçinkaya jî di merasîmê de axivî û wiha got, “Em pir baş dizanin ku çeka Dîlan û rêhevalên wê li erde namîne. Ev qirkirinek bû û Dîlan li hember vê qirkirinê bêdeng nema.”
Parlamenterê Bedlîsê yê HDP’ê Husamettîn Zenderlîoglu jî, diyar kir ku berxwedana Kobanê destaneke û li hember berdêla giran a tê dayîn banga yekîtiyê li her kesî kir.