Şervana YPJ’ê Ozdemîr li Taxa Gazî hat oxirkirin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Gulcan Ozdemîr (Sara Dêrsim) a li Tirbespiyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Gazî ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

,Cenazeyê Şervana YPJ'ê Gulcan Ozdemîr (Sara Dêrsim) a li Tirbespiyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana jiyana xwe ji dest da li Taxa Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê bi merasîmeke girseyî hate definkirin. Cenazeyê Ozdemîr karên otopsiyê ji Amedê anîn Stenbolê li Balafirgeha Sabîha Gokçen hate wergirtin û anîn Taxa Gaziyê. Ji bo Ozdemîr li Cemxaneya Gazî merasîm hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Halîl Aksoy, KJA,YAKAYDER, SODAP, GOÇ-DER, Tevgera Jinên Elewî ya Demokratîk, TUAD, rêveberên HDP'ê yên Stenbolê û bi sedan welatî tevlî merasîmê bûn. Piştî merasîma li Cemxaneyê darbesta Ozdemîr bi ala YPJ'ê hat pêçandin û ji aliyê jinan ve bi dirûşmên, "Jin jiyan azadi" ,"Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hat hilgirtin û ber bi Goristana Gazî ve birin.
Piştî meşê li goristanê merasîm pêk hat. Di merasîmê de birayê Şervana YPJ'ê Ozdemîr Kubîlay Ozdemîr axivî û wiha got: "Em xemgîn nînin em bi rûmet in ji ber ku bi şehîdên şoreşê em serbilind bûn." Koordînasyona Bajar a KJA'yê ya Stenbolê Turkan Esen jî diyar kir ku Ozdemîr "Keça Dêrsîmê ya serhildêr e" û têkoşîna jînê ji Dêrsimê bire Rojava. Parlamenterê HDP'ê Halîl Aksoy jî diyar kir ku şoreşa li Rojava ji aliyê jinan ve pêk hat, di rojev hemû cîhanê de ye.
Piştî axaftinan cenazeyê Ozdemîr bi dirûşmên, "Jin Jiyan Azadî" û "Şehîd namirin" ji aliyê jinan ve hate definkirin.