Şervana YPJ’ê Fatma û şervanê YPG’ê Mucahîd spartin axê
Şervana YPJ’ê Fatma û şervanê YPG’ê Mucahîd spartin axê
Şervana YPJ’ê Fatma û şervanê YPG’ê Mucahîd spartin axê
Şervana YPJ’ê Fatma Şêx Hesen û Şervanê YPG’ê Mucahîd Ehmed ên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest dan bi tevlîbûna bi sedan kesan li Pirsûsê hatin veşartin.
Şervana YPJ’ê Fatma Şêx Hesen û şervanê YPG’ê Mucahîd Ehmed ê di şer û pevçûnên duh de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê bi sedan kesî ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin wergirtin.
Di merasîma cenaze de rêveberên MEYADER, DBP, HDP, parlamenter, hevşaredar jî ku amade bûn tabûtên şervanan bi flamayên kesk û sor û zer hain pêçandin.
Girseya ku heta Goristana Şaredariyê meşiyan, alên PKK’ê rakirin û dirûşmayên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “YPG tolhildan”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” gotin.
Tabûta şervana YPG’ê Fatma Şêx Hesen ku jinan hilgirtibû piştî meşê li goristanê nimêja cenaze hat kirin. Cenazeyên ku wê piştî Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin bibin bajêr li rex şervanên YPJ û YPG’ê yên di demên berê de jiyana xwe ji dest dane hatin veşartin.
Piştî cenaze hatin veşartin û duayan, çerxa şoreşê hat xwendin û merasîm bi rêzgirtinê dawî bû.