Serokwezîrê Lîbyayê Elî Zêdan hate berdan
Serokwezîrê Lîbyayê Elî Zêdan hate berdan
Serokwezîrê Lîbyayê Elî Zêdan hate berdan
Serokwezîrê Lîbya Elî Zêdan ku îro danê sibê ji aliyê çekdarên nenas ve hatibû revandin, hat berdan.
Serokwezîrê Lîbya Elî Zêdan, îro danê sibê ji aliyê komek çekdarên nenas ve li hotêla ya li paytext Trablosê hatibû revandin.Li gorî ajansên nûçeyan, Elî Zêdan piştî çend saetan hat berdan û hat gotin ku rewşa tenduristiya wî başe.
Li gorî hin îdiayan; bûyer ji aliyê çekdarên El Qaîdê ve ji ber sedemê bûyera heftiya derbasbûyî ku hêzên CIA yên Emerîka li Libya yê êrîşê ser navendek ya El Qaîde kiribûn, hatiye encam dan. Di encama wê serdegirtinê de yek ji fermandarên mezin ên El Qaîdê yê binavê Enes El Lîbî li Trablusê ji aliyê CIA ve hatibû girtin. Li gorî muxalefeta Libya dibêjin hikumeta Libya di encamdana wê êrîşê de alikarî daye hêzên CIA yên Emerîkî. Ji bona wê dibe ku ev bûyer ji ber bersivdana wê êrîşê hatibe encam dan.