Serokwezîrê Kanada Newroz pîroz kir

Serokwezîrê Kanada Newroz pîroz kir, spasiya organîzetorên çalakiyên Newrozê jî kir.

Serokwezîrê Kanada Jûstîn Trûdeaû peyameke ya Newrozê parve kir.

Peyama Trûdeaû wiha ye: “Îro roja yekem a Biharê û dîsa li gorî salnameya Frasî destpêka serê salê ye ji bo pîrozkirina Newrozê tevlî civakên Fars, Efgan, Kurd, Zerduştî, Behaî, Asya Navîn û Îsmaîlî di serî de yên li Kanada û cîhanê dibin.

Newroz hêviya serketin û daxwazên ji sala nû ye. Her wiha Newroz ji bo me hemû Kanadayiyan bûye derfet ku em gelek sûdên girîng ên gelek civakan a welatên me bi dest xistiye.

Ji ber vîrûsa Covîd-19 bang dikin ku mirov bi hestyariyeke civakî bi rengên cuda şahiyên xwe pîroz bikin. Spasiya hemû organîzatorên çalakiyên Newrozê, ji bo em demek hê bi ewletir bi hev re pîroz bikin paş bixin, dikim.

Li ser navê malbata xwe Sophîne û ez ji bo her kesê saleke nû ya bi kêfxweşî li wan pîroz dikim.”