Serokwezîrê Avustralyayê Gîllard serokatiya partiya xwe wenda kir

Serokwezîrê Avustralyayê Gîllard serokatiya partiya xwe wenda kir

Serwezîrê Avustrulyayê Julîa Gîllard, ji serokatiya partiya Karkeran hat xistin. Serokê nû yê partiyê Kevîn Rudd, piştî banga Gîllard di dengdana hat kirin de ji sedî 57 deng girt û bû serok.

Tê payîn ku Gîllard sibê îstîfaya xwe pêşkêşî waliyê Avustrulayayê General Quentin Bryce û Keybanuya Îngîlîstanê II. Elisabethê bike. Guherîna di partiya Karkeran de rastî dema pêkanîna hilbijartinên giştî yê 14’ê îlonê tê. Ligorî bertekên rayagiştî  tê gotin ku dê Partiya Karkeran hilbijartinan wenda bike.

Lê gelek çavdêr, dibêjin Rudda li gorî Gîllard zêdetir populer e û Partiya Karkan dê bi serokatiya Rudda performansek baştir nîşan bide.

Li welat hilbijartinên dawî, di 2010’an de pêk hatibû.