Serokkomarê Iraqê: Divê dawî li binpêkirinên dewleta Tirk bê anîn

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih xwest ku dawî li êrişên dewleta Tirk ên binpêkirina serweriya Iraqê bê anîn, ku dibe sedema mirina mirovan.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih piştî komkujiya ku dewleta Tirk 25'ê Hezîranê li jin, zarokan kir, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de Salih got, "Çalakiyên dema dawî yên dewleta Tİrk binpêkirina têkiliyên cîrantiyê û qanûnên navneteweyî ye."

Salih got, "Binpêkirinên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî serweriya xaka Iraqê û kuştina sivîlan ji aliyê balafirên şer ve divê tavilê bên rawestandin."

Serokkomarê Iraqê destnîşan kir ku bombardûmana dewleta Tirk bi rengekî eşkere binpêkirin e û li dijî têkiliyên cîrantiyê ye.