Serokkomarê Fînlandiyayê dagirkeriya Tirk şermezar kir

Serokkomarê Fînlandiyayê Saûlî Nîînîsto êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Fînlandiyayê Çarşemê firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandibû. Serokkomarê wê Saûlî Nîînîsto ji Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Fînlandiyayê Yle re axivî û ji bo dagirkeriya dewleta Tirk got, 'bi temamî nayê qebûlkirin'.

Serokkomar hişyar kir ku Tirkiye bi 'herêma ewle' ya dixwaze ava bike û 3 milyon penaberên li welatê xwe lê bi cih bike tê wê wateyê ku Kurdan ji herêmê dûr bixîne.

Serokkomar diyar kir ku piştî bombardûmanê sivîlên Kurd ji herêmê ber bi başûr ve reviyane û got, "Bombayên difirin wê rewşê çawa sererast bike, wê rewşê girantir bike."