Serokê PE’yê bal kişand ser greva birçîbûnê û perwerdeya Kurd

Serokê PE’yê bal kişand ser greva birçîbûnê û perwerdeya Kurd

Serokê Parlementoya Ewropayê (PE) Martin Schulz di axaftina xwe ya vekirinê ya di Lijneya Giştî ya Parlementoyê de kir, bal kişand ser greva birçîbûnê û perwerdeya bi zimanê Kurdî.

Serokê PEyê Martin Schulz bi bîr xist ku girtiyên Kurd di roja 68emîn de dest ji greva xwe berdan û ragihand ku ewji ber vê yekê gelek keyfxweş in.

Schulz da zanîn ku ji bo pêkhatina daxwazên girtiyan wan aji Wezareta Dadê rename şandine û diyar kir ku ew biencambûna greva birçîbûnê dilxweşin. Schulz ragihand ku ew ji bo pêkanîna derfetên perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bi taybet jî Kurdî xwedî biryar in.

Serokê PEyê Martin Schulz da zanîn ku ji bo pêkhatina pêşketinên guncaw ew dê weke PEyê bi awayeke hesas AKPê bişopînin.

Piştî mijara greva birçîbûnê Schulz diyar kir ku ew ji êrîşên Îsraîl ên li ser Xezzeyê pir fikar in.