Serokê partiya aligirê Naziya Yewnanî hat binçav kirin
Serokê partiya aligirê Naziya Yewnanî hat binçav kirin
Serokê partiya aligirê Naziya Yewnanî hat binçav kirin
Serokê partiya Neonazî Altin Şafak ya Yewnanîstanê Nikolaos Michaloliakos bi sucê ‘damezrandina rêxistina suc ya kriminal’ hate binçav kirin. Hat ragihandin ku êrişa li ser Altin Şafak, li gel Michololiakos gelek endamên rêxistinê yên din jî hatine bin çavkirin.
Operasyonên binçavkirinê yên nijadpereset yên li ser partiya Altin Şafak, piştî di 18’ê Îlonê de li Atîna hunermend Pavlos Fyssas yê 34 salî ku weke faşîst hatî danasîn, kuştin şûnde destpêkir. Piştî kuştina Fyssas ya bi kêrê, endamekî Altin Şafak yê 45 salî hate binçav kirin. Gumanbar sucê xwe îtiraf kir.
Piştî boyerê polîsan bi ser gelek avahiyên Partiya Altin Şafak de girt.