'Serokê ÎHD'ê yê Sêrtê hedef tê nîşandan'

'Serokê ÎHD'ê yê Sêrtê hedef tê nîşandan'

Navenda Giştî ya ÎHD'ê da xuyakirin ku eger tiştek bi serê Serokê ÎHD'ê Şaxê Sêrtê yê ji ber çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê hedef tê nîşandan bê, ji vê yekê wê amîrên dewletê yên li bajêr û parlamenterê AKP'ê yê Sêrtê Osman Oren berpirsyar bin.

Der barê hedefnîşandana Serokê ÎHD'ê Şaxê Sêrtê Zana Aksû de, Navenda Giştî ya ÎHD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hat ragihandin ku Aksû, ji ber bûyerên di dema protestoyên li bajêr de li malpera nûçeyan û hesabê xwe yê twitterê de parve kir, ji aliyê Parlamenterê AKP'ê yê Sêrtê Osman Oren ve li pêşberî hemû nûnerên saziyê ve bi 'sorkirina şer' sûcdar kir û bi awayekî vekirî Aksû hedef nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta roja îro saziyên edlî neketine nava tevgerê û hat gotin, "Ev yek gelekî manîdar e. Ji xwe binçavkirina rêveber û endamên me yên Sêrtê, bi awayekî zelal radixe pêş çavan ku hedef tên nîşandan."

Navenda Giştî ya ÎHD'ê destnîşan kir ku ji ber hedefnîşandanê, tiştek bi serê Aksû bê, wê ji vê yekê amîrên dewletê yên li bajêr û parlamenterê AKP'ê yê Sêrtê Osman Oren berpirsyar bin û bang li merciyên edlî kir, ku çi pêwîst be wê bikin.