Serokê Eyaleta Thrîngenê destek da berxwedana YPG’ê

Serokê Eyaleta Thurîngenê ya Elmanya Bodo Remelow li ser hesabê xwe yê Twîtterê biparvekirinan destek da berxwedana YPG’ê ya li dijî êrîşên Tirk ên li ser Efrînê.

Tekana serokê eyalete ya Partiya Çepgir a Elmanya Ramelow li ser hesabê weyê fermî yê Twîtterê li pey hev YPG nivîsî û destek da berxwedanaYPG’ê ya li dijî dewletaTirk û çeteyên wê. Ramelow di serî de Elmanya qada navnetewî ya ku li dijî êrîşên dewletaTirk ên li ser Efrînê bê deng di dimînin şermezar kir.

Bodo Ramelow ku li Eyaleta Thurîngenê di hikûmeta 2014’an ku Partiya Çep bi SPD û Partiya Keskan re koalisyona danî bû û ji hingî ve serok e wihagot:

‘’Efrîn qedera xwe bixwe diyar dike. Ez êrîşa partnerê NATO’yê êrîşa li ser nirxên me û azadiya me dibinim. Birengekî zelal hiqûqa navnetewî binpê dike. Li rex Rojava û Efrînê bin.

Bi Ermenîkî ‘Aghet’navek e ku li ya jiyayî hatiye kirin. Ewropa careke dî li bara êrîşên welatekî partnerê NATO’yê yên li ser Kurdan û Êzîdiyan dixwaze bêdeng bimîne?’’

Ramelow her wiha lînkek li ser qirkirina Ermenan jî par ve kir.

POLÎSAN BI SER CIWANÊN ÇEPGIR DE GIRTIBÛ

Duşema bihurî dema ku Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu li Berlînê bi Wezîrê Karê Derveyê Elman  SîgmarGabrîel re rûniştî li eyaleta Thurîngenê, li paytexta wê Erfûrtê polîsan bi ser komeke çepgir de girtibû ku desteke dida Kurdan.

Di dema serdegirtinê de li malên xebatkarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî geriya bûn û yek ji wê devera ku polîsan bi ser de girtî jî buroya koma ciwanan a Partiya Çepgir ‘Lînksjugend’ jî bû. Dema ku bi ser bûroyê de girtin dest li ser gelek komputir, hard disk û telefonan danîbûn.