Serokê DYE'yê Trûmp gef li Tirkiyeyê xwar

Serokê DYE'yê Donald Trûmp gef xwar û diyar kir, eger Tirkiye êrîşî Kurdan bike, wê ji aliyê aborî ve Tirkiyeyê hilweşînin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi rêya twîtterê daxuyaniyek da û ragihand, eger dewleta Tirk êrîşî Kurdan bike wê herêmeke ewle ya ji 32 kîlometreyan ava bikin.

Daxuyaniya Trûmp wiha ye:

"Me dest bi vekişîna derengmayî ya ji Sûriyeyê kir. Di heman demê de em ji gelek aliyan ve bi rengekî tund li tiştên ji ber xalîfetiya herêmî ya DAÎŞ'ê maye, dixin. Eger ji nû ve bên ser xwe, em ê ji baregehên xwe yên li herêmên nêz, careke din êrîş bikin.

Eger Tirkiye êrîşî Kurdan bike, ji aliyê aborî ve em ê Tirkiyeyê têk bibin. Em ê herêmeke ewle ya ji 20 mîlî ava bikin û di heman demê de em naxwazin ku Kurd Tirkiyeyê provoke bikin."

Trûmp wiha dewam kir:

"Yên ku herî zêde ji polîtîkaya demdirêj a DYE'yê ya tinekirina DAÎŞ'ê li Sûriyeyê sûd wergirt, Rûsya, Îran û Sûriye ne. Me jî feyde jê dît, lê belê dem hatiye ku em leşkerên xwe vegerînin malê. ŞERÊ BÊ DAWÎ rawestînin!"

RAGEŞIYA KU SOR BÛYE

Hefteyên dawî di navbera Tirkiye û DYE'yê de di mijara Sûriyeyê de aloziyeke devkî heye. Cara yekê ye ku Serokekî DYE'yê bi gotinên vekirî gefê li Tirkiyeyê dixwe. Tirkiye weke yek ji hevalbendên herî girîng ên DYE'yê yên li nava NATO'yê ye.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo roja 13'ê Çileyê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, ew xweşbîn e ku di mijara parastina YPG'ê de bi Tirkiyeyê re li hev bikin. Pompeo gotibû, "Mafê gelê Tirk û Erdogan e ku welatê xwe ji terorîstan biparêzin. Li aliyê din, mafê wan kesên li kêleka me şer kirine ku bên parastin."

Pompeo beriya niha bi demeke kin bal kişandibû bi îhtimala komkujiyeke gengaz ku Tirkiye li Kurdan bike û hişyarî dabû. Pompeo destpêka meha Çileyê ji Newsmax TV re axivîbû û gotibû, "Parçeyek ji wezîfeyên DYE'yê ye ku nehêle Kurd bi destê Tirkan bên qetilkirin; hindikahiyên olî yên li Sûriyeyê werin parastin."

ÎDÎAYÊN TIRKIYEYÊ YÊN BÊ BINGEH

Li ser gefa dawî ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp, ji Tirkiyeyê jî bersiv hat. Berdevkê Serokkomariy Tirk Îbrahîm Kalin bi rêya twîtterê îdîa kir, "Tirkiye ne li dijî Kurdan, li dijî terorîstan şer dike."

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirk Fahrettîn Altûn jî di hesabê xwe yê medya civakî de îdîa kir: "Dewleta Komara Tirkiyeyê dijminê Kurdan nîne, palpişta Kurdan e. Ti pirsgirêka Tirkiyeyê bi Kurdan re nîne."

Wezareta Parastinê ya Tirk jî parvekirineke Erdogan a sala 2015'an li ser twîtterê ji nû ve parve kir. Erdogan gotibû, "Bang li dinyayê dikim: Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê destûrê nedin ku li bakurê Sûriyeyê, li başûrê Tirkiyeyê dewletek ava bibe."