Li taxa Cûdî ya Cizîrê, ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk agir bi avahiyekê ketibû û ji ber ku çeteyên Qesrê nehiştin arkuj şewatê vemirînin, 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 25 kes jî birîndar bûbûn. Têkiliya bi avahiyê re qut bûye. Li gorî agahiyan, bomberdûmana li hemberî avahiya birîndar tê de ne, dewam dike.
Serokê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) Bakî Duzgun li dijî şerê li Cizîrê li hemberî gel tê meşandin derket û got, "Şewata dawî nîşan dide, ku zîhniyeta li Madimakê mirov şewitand, vê carê li Cizîrê der bûye."
Duzgun da zanîn, ku mafê jiyanê ku mafê bingehîn ê mirovan e tê binpêkirin û anî ziman, ku mafê defnkirina cenazeyan jî ji mirovan hatiye stendin. Duzgun got, "Mirov ji bo rakirina cenazeyên xwe dikevin greva birçîbûnê. Gelo li kîjan aliyê cîhanê hiqûqeke bi vî rengî heye?"
Serokê ABF Bakî Duzgun diyar kir, êrîş li hemberî îbadetxaneyan jî tên kirin û got, "Mizgeft, dêr, malên cem, hemû di şer de cihên divê dest lê neyê dayîn in. Lê belê li cihên derketina derve lê hatine edexekirin, mizgeft, dêr hedef tên girtin. Em bi bê exlaqiyeke gelekî mezin re rû bi rû ne."
Duzgun destnîşan kir, ku kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im', divê li hemberî vî şerî bisekine û got, "Bi avakirina însiyatîfa gel a demokratîk re em dikarin vî şerî bisekinînin."