Seroka Konfederasyona Swîsreyê Newroz pîroz kir
Seroka Konfederasyona Swîsreyê Dorîs Leûthard peyamek weşand û Newroza gelê Kurd pîroz kir.
Seroka Konfederasyona Swîsreyê Dorîs Leûthard peyamek weşand û Newroza gelê Kurd pîroz kir.
Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê ya Jûra, wê Newroza îsal li navenda Kantona Jûra Delêmontê pîroz bike. Komeleyê ji bo pîrozbahiyê vexwendînameyek ji Seroka Konfederasyona Swîsreyê Dorîs Leûthard re şand.
Leûthard jî bersiv da vê vexwendî nameyê û diyar kir, ku ji ber bernameyeke berê hatiye diyarkirin, ew nikare tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Delêmontê bibe, lewma xemgîn e.
Seroka Konfederasyonê Leûthard Newroza ku ji bo gelê Kurd tê wateya sala nû pîroz kir û gelê Kurd silav kir.