Seroka Giştî ya ESP’ê Otlû hate binçavkirin
Di serdegirtinên malan de Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû hate girtin.
Di serdegirtinên malan de Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû hate girtin.
Li Stenbolê bi ser malan de girtin û Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû hate binçavkirin. Çîçek Otlû bi dirûşmên ‘’ji dîktator re na’, ‘’em ê te nekin serok" binçavkirina xwe şermezar kir.
Kesên ku hatine binçavkirin ev in: Endamê Meclîsa Partiyê (MP) Mustafa Nacî Toper, Seroka ESP’ê ya Dîlokê Ayşe Esemer, Endama Desteya Rêveber a Navendî (DRN) Başak Baydar, Endamê DRN’ê Beren Atici, Endamê MP’yê yê HDP’ê Ekber Kaya, Endamê ESP’ê Hakan Kavut, Rêveberê HDP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Dagdevîren.