Şerma AKP'ê ya dibêje 'bila sermaye zerarê nebîne'
Şerma AKP'ê ya dibêje 'bila sermaye zerarê nebîne'
Şerma AKP'ê ya dibêje 'bila sermaye zerarê nebîne'
Di sekterora madenî û kana kevir de, ku di nava 4 salê dawî de 400 karker bûn qurbaniyên qezayên kar, îsal jî rewş neguherî. Di encama gelek xemsariyên mîna taybetîkirin, taşeronkirin û bêkontroliyê yên AKP'ê û polîtîkayên xwe dispêrin sermayeyê de, di sala 2013'an de bi dehan karkeran jiyana xwe ji dest dan, ew jî birîndar bûn.
Di encama "qezayên kar" ên mîna qezayên servîsê, hilweşîn, jehrîbûna ji gazê, teqîna grîzû, şewat, elektrîk, ketina dest ber maşînên kar, kêmasiya hewadayînê, li kanê derketina vagonê ji rê, şemitîna teht yan jî kevir de xebatkarên sektroê dibin qurbaniyên "kuştinên kar."
Li gorî daneyan, di qezayên kar ên rê li ber mirinên komî vedikin de, Tirkiye di rêza yekemîn de cih digire. Li gorî statîstînên Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) di nava 25 welatên ji ber kar lê mirin çê dibin, rêjeya Tirkiyê 4,5 qat ji Ewropayê zêdetir e.
DI NAVA 4 SALAN DE 384 CÎNAYETÊN KAR
Li gorî qeydên Sendîkaya Karkeran a Genel Madenê (GMÎS) ji sala 1992'an û vir ve ji ber qezayên li kanên komirê, teqîn, jehrîbûna ji gazê bi giştî 112 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hejmara karkerên di sekteroa madenê de di nava 4 salên dawî de jiyana xwe ji dest dan gelekî zêde ye: 384. Sedema vê jî weke taşeronkirin, xemsarî û xerabbûyîna mercên bê ewle yên kar ên ji xwe taybetîkirin û çavsoriya karê ya sermayeyê tê dîtin.
Dîsa li gorî qeydên Odeya Muhendîsên Madenê (MMO) ya ser bi TMMOB'ê, di sala 2008'an de 43 xebatkaran jiyana xwe ji dest dan, di sala 2009'an de 92, di sala 2010'an de 105, di sala 2011'an de 77 û di sala 2012'an de jî 61 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di sala 2013'an de jî hejmara karkerên madeyê yên jiyana xwe ji dest dane wiha hat destnîşankirin:
Çile: 16 mirî, 96 birîndar
Sibat: 6 mirî, 1 birîndar
Adar: 5 mirî, 4 birîndar
Nîsan: 4 mirî, 1 birîndar
Gulan: 2 mirî
Hezîran: 8 mirî, 5 birîndar
Tîrmeh: 4 mirî, 24 birîndar
Tebax: 10 mirî, 5 birîndar
Îlon: 8 mirî, 17 birîndar
Cotmeh: 3 mirî, 47 birîndar
Mijdar: 8 mirî, 3 birîndar
Kanûn: 6 mirî, 1 birîndar
Ev rêjeya mirinê û bûyerên birîndarbûyînê yên îsal li gorî daneyên Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran û Dev Maden-Sen a DÎSK'ê hatine diyarkirin.