Serlêdana parêzerên Ocalan hate redkirin
Serlêdana parêzerên Ocalan hate redkirin
Serlêdana parêzerên Ocalan hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo muwekilê xwe hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Bi hinceta 'muxalefeta hewayê' serlêdana parêzeran hate redkir.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Yuksel û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê re Ocalan hevdîtina asayî ya heftiyane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, dozgeriyê bersiveke neyînî da parêzeran. Serlêdana parêzeran bi hinceta 'muxalefeta hewayê' hatiye redkirin.
Hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha her tim bi hincetên wekî; 'keştî xirabe ye', 'muxalefeta hewayê', 'keştî di tehmîrê de ye’ û ‘ji tehmîrê hat lê ewraq kêmin’ tên astengkirin.