Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate redkirin
Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate redkirin
Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Lê rayedaran dîsa bi hinceta "Keştî xirabe ye" destûr nedan parêzer Ocalan biçim Îmraliyê.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk û Mehmet Devran Devrim ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ku 2 sal û 59 rojin pêk nehatiye pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê rayedaran dîsa bi hinceta "Keştî xirabe ye" serlêdana parêzeran redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn û 2 sal û 59 rojin bi hinceta keştî xirabe ye, muxalefeta hewayê heye û hincetên cuda nikarin biçin îmraliyê.