Serlêdana parêzerên Ocalan bi hinceta rewşa hewayê hat asteng kirin

Serlêdana parêzerên Ocalan bi hinceta rewşa hewayê hat asteng kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdana parêzeran dîsa bi hinceta "Rewşa hewayê xerabe ye" red kir.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Huseyîn Bogatekîn, ji bo karibin bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê rayedarên Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê bi hinceta muxalefeta hewayê heye serlêdana bi Ocalan re red kir.

Hemû serlêdanên parêzerên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ku ji 27'ê tîrmehê 2011'an ve kirine bi hincetên cûr bi cûr hatine red kirin. Parêzerên Ocalan 2 sal û 69 rojin nikarin biçim Îmraliyê.