Serlêdana parêzeran a çûyîna Îmraliyê dîsa hat redkirin
Serlêdana parêzeran a çûyîna Îmraliyê dîsa hat redkirin
Serlêdana parêzeran a çûyîna Îmraliyê dîsa hat redkirin
Parêzerên Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serlêdan pêk anîn, lê careke din bi hinceta “keştî xerabe ye” hat redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê careke din bersiveke neyînî girtin.
Îdareya Girtîgehê ya Îmraliyê, serlêdana parêzeran nirxand û careke din îddîa kir, ku keştiya diçe Îmraliye xerabe ye, lewma nehişt parêzer biçin Îmraliyê.
Hêjayî gotinê ye, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 27’ê Tîrmeha sala 2011’an û vir ve ev 652 rojin bi giştî 181 caran serlêdana hevdîtinê pêk anîn, lê her tim bi hincetên mîna “keştî xerabe ye, hewa ne başe, keştî di ber çavan re tê derbas kirin, keştî di temîrxaneye vegeriyaye lê ji ber dokûmanên wê kêm in nayê xebitandin, an jî betlaneya fermî ye” hat redkirin.