Serlêdana malbatê ya bi Ocalan re cara 83’an hate redkirin

Serlêdana malbatê ya bi Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê cara 83’an jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Xuşk û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê bi birayê xwe re bikin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xuşka Veysel Aktaş Sabîha Aktşa jî bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.

Daxwaza parêzeran jî bi hincet ‘Sînordarkirina mafê di derbarê hikûmxwariyan de’ ku li gorî Qanûna Derbarê Înfaz û Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ya hejmara 5275’an hate redkirin.

Ji 11’ê Îlona 2016’an û vir ve ev bû cara 83’an ji bo hevdîtinê malbata serî li dozgeriyê didin, her carê serlêdana wan bi hincetên cuda tên astengkirin.