Serlêdana malbatê ya bi Ocalan re cara 77’an jî hate redkirin
Serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ya cara 77’an jî hate redkirin.
Serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ya cara 77’an jî hate redkirin.
Serlêdana bira û xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan a birayê xwe re ya bi rêya parêzeran ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dîsa hate redkirin. Her wiha serlêdana malbatên girtiyên din ên bi navê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ya bi rêya parêzeran kirî jî hate redkirin.
Daxwaza malbatan ji aliyê serdozgeriyê ve bi hinceta ‘Sînordarkirina di derbarê hikûmxwariyan de’ ya dikeve çarçoveya Qanûna Mafê Înfaz ê Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ya hejmara 5275’an hate redkirin.
Daxwaza hevdîtinê ya malbatan ji 11’ê Îlona 2016’an heta niha ev bû 77 car bê redkirin.