Serlêdana malbatan hate redkirin

Serlêdana malbatên Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê careke din hate redkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û parêzerê wî Mazlûm Dînç doh ji bo biçin Îmraliyê, serlêdana ku bi rêya parêzerên wî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê pêk anîbûn hate redkirin.

Xizmên girtiyên din yên li Îmraliyê, xwîşka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn ji bo ku bi wan re hevdîtinê pêkbînin, bi rêya parêzerên wan serî li dozgeriyê dabûn lê bersiva red dan serlêdanê.

Serlêdanên malbatan bi hinceta “Sînordarkirinên der heqê girtiyan” ya di “Zagona hejmara 5275 a derbarê bi cih anîna tedbîrên ewlekarî û sizayê” de cih digire hate redkirin.