Serkan Tosûn li Lûdwîgshafen û Den Haagê hat bîranîn
Serkan Tosûn li Lûdwîgshafen û Den Haagê hat bîranîn
Serkan Tosûn li Lûdwîgshafen û Den Haagê hat bîranîn
Serkan Tosûn ê MLKP'yî û şervanên YPG'ê yên li Rojava di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Lûdwîgshafen û li bajarê Holanda Den Haagê bi çalakiyan hatin bîranîn.
Serkan Tosûn (Mazlûm) ê MLKP'yî û 7 şervanên YPG'ê yên li Serêkaniyê di pevçûnên 14'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Lûdwîgshafenê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê ya li Komeleya Kurd bi sînevîzyona li ser Tosûn û şervanên YPG'ê hatibû amade kirin, destpê kir. Di bîranînê de peyamên MLKP, YPG û KCK'ê hatin xwendin.
Di axaftinên hatin kirin de hat destnîşankirin ku Serkan Tosûn bi têkoşîneke enternasyonalîst re tev li şoreşa Rojava bûye û hat gotin ku Tosûn 'mîrateya Hakî Kareran, Kemal Pîran' dewam dike.
Di axaftinan de hat gotin, "Hevalê Mazlûm di şoreşa Kurdistan û Tirkiyê de rola pirê lîst. Şehadeta wî banga têkoşînê yê li ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyî."
Meclîsa Gel a Den Haagê jî, li gel nûnerên MLKP'yê çalakiyeke bîranînê lidar xist.
Di bîranîna li komeleya KUrd de Serokê Meclîsa Gel û nûnerê MLKP'yê axivî û destnîşan kirin ku ewê bi hêz xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Her weha destnîşan kirin ku ew ne piştevanên şoreşê, xwediyê şoreşê ne.