Sergoyê li Pasîfîkê ji texmînan gelekî mezintir e

Sergoyê ji plastîkên bê kêr pêk tê yê li Okyanûsê, eşkere bû ku ji texmînan gelekî mezintir e.

Saziya bi navê Ocean Cleanup Foundation a li Hollandayê, li Sergoyê li Pasîfîk a Mezin kola û encamên vê lêkolînê li kovara zanistî ya bi navê Scientific Reports weşand.

Li gorî lêkolînê, gemara plastîk a li okyanûsan ji texmînan gelekî zêdetir e û sergoyê li Okyanûsa Pasîfîk ku weke 'girava mezin a sergo' jî tê binavkirin li cihekî gelekî mezin belav bûye.

QAT BI QAT MEZINTIR E

Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku sergoyê li pasîfîkê li cihekî ji 1,6 milyon kîlometreçargoşeyî belav bûye û li vê qadê bi giştî 80 hezar ton plastîk heye. Li gorî lêkolînê, sergoyê plastîk bi 4 qadan ji texmînên heta niha zêdetir li herêmeke berfireh belav bûye.

ZÊDEYÎ NÎVÊ WÊ JI BER MASÎGIRAN E

Di çarçoveya lêkolînê de, ku pisporên ji zanîngehên Munchen û Oldenburg ên Elmanyayê jî tevlî bûn, ji Sergoyê Plastîk ê Pasîfîkê ku li cihekî navbera Bakurê Amerîkayê û Hawaî ye, nimûne hate girtin û analîz li ser hate kirin. Hat hesabkirin ku sergo li qadeke ji 1,6 kîlometreçargoşeyî belva bûye û bi giştî 79 hezar ton e. 42 hezar tonê sergoyê plastîk ji ber tor û plastîkên mezin ên masîgiran afiriye.

Herî kêm 20 hezar ton sergoyê plastîk ê li heman herêmê ji plastîkê makro pêk tê. Yanî şûşe ya jî qase ne. Plastîkên di asta navîn de mezin in û jê re mezo plastîk tê gotin ku bi giranî devikên şûşeyan di nav de hene, 10 hezar ton e. Plastîkên mîkro jî ku ji 5 mîlîmetreyî biçûktir e, derdora 6 hezar û 400 ton e.

PIRANIYA WAN ÊN SALÊN 90'Î NE

Pisporên ku tevlî lêkolînê bûn bi bîr xistin ku her sal 320 milyon ton plastîk li cîhanê tên hilberîn û diyar kirin ku 60 ji sedî yê van plastîkan ji ber ku tenik û sivik in li ser avê dimînin. Ji nimûneyên hatin analîzkirin eşkere bû ku beşek ji plastîkan ên salên 80'î, lê piraniya wan jî ên salên 90'î ne. Wekî din hate tespîtkirin ku sergoyê sala 2011'an piştî karesata tsûnamî ya li Japonyayê kete nava okyanûsan, li herêma sergoyê pasîfîk kom bûne.

Ocean Cleanup Foundation bi taybetî balê dikişînin ser paqijkirina okyanûsê ji plastîkên mîkro. Pispor dibêjin, ji ber ku gefê li jiyana zindiyên deryayê dixwin ku dema daqurtînin dikarin bimirin, plastîkên mîkro xetere ne. Tê îdîakirin ku bi projeyeke vê saziyê re nîvê sergoyê plastîk ê li Pasîfîkê di nava 5 salan de dikare ji holê were rakirin.