Şerê li Mûsilê li bakurrojhilatê bajêr giran bû

Artêşa Iraqê, ber bi bajarokê Tilkef ê Mûsilê dest bi operasyonê kir.

Artêşa Iraqê, piştî ku aliyê rojhilat ê Mûsilê bi temamî kontrol kir, danê vê sibehê berê xwe da bajarokê Tilkef ê li bakurrojavayê bajêr.

Bajarokê Tilkef ku nêzî 2 meh in ji aliyê hêzên artêşê ve hatiye dorpêçkirin, li bakurrojavayê bajêr e.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî duh daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, tevî rojhilatê bajêr gelek navendên bajêr hatine rizgarkirin. Ebadî got, "Hêzên me ji bo rizgarkirina tevahiya Mûsilê bi pêş ve diçin. Rizgarkirina tevahiya Mûsilê û serketin, nêz e."