'Şerê DAIŞ’ê li dijî Îslamê ye'
'Şerê DAIŞ’ê li dijî Îslamê ye'
'Şerê DAIŞ’ê li dijî Îslamê ye'
Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê Tebaxa îsal de li herêma Heftegarê ya nêzî bajarokê Daquqê ye, zîyaretgeha bi navê Tilheme rûxandin. Çeteyên DAIŞ’ê bê ku zagoneke însanî nas bikin êrîşî her pîroziyên civakê dikin.
Ev ziyaretgeh, weke cihên din ên pîroz xwedî dîrokek dirêj e. Bi salane gelê vê herêmê zîyaretgeha Tilheme weke cihê îbadetkirinê dîtine û lê îbadetê dikin. Her wiha gundên li derdora zîyaretgehê bi cih bûne dorbera wê weke cihê goristana miriyên xwe ava kirine.
Qubeya Tilheme di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên hovane de bi temamî hatiye rûxandin. Ev cih bi salan e, di zîhnê xelkê herêmê de weke cihê baweriyê û nirxên wan ên pîroz hatiye dîtin. Li beramberî van êrîşên hovane yên DAIŞ’ê gundiyên herêmê berteka xwe ji vê rewşê re wiha nîşan dan:
“Em li ser agahiya gundiyên herêmê çûn û me hewl da em hovîtiyek din a çeteyên DAIŞ’ê raxin ber çavên cîhanê.”
Gundiyê bi navê Mihemed Heftegarî ku nexwest dîmenê xwe bide, em birin cihê zîyaretgehê. Di dema kişandina zîyaretgehê de wiha axivî; “Tu têkiliya çeteyên bêesil ên DAIŞ’ê bi ola Îslamê re nîne, şerê çeteyên DAIŞ, dimeşîne li dijî Îslamê ye.”
Her wiha Mihemed Heftegarî bal kişand ser girîngiya zîyaretgehê ya ji bo xelkê herêmê û wiha got; “Bi sedan sal e em li vir miriyên xwe vedişêrin, ev der cihê şêx û alimên me ne. Van çeteyên DAIŞ’ê bê sedem berê xwe didin cihê baweriyên me û ji xwe re dibêjin, em Îslamê diparêzin, ti eleqa wan bi Îslamê re nîne. Tenê mirovan dikujin, direvînin û tecawiz dikin.”
Di dawiya axaftina xwe de, Mihemed Heftegarî daxwaza xwe, ya bila çeteyên DAIŞ’ê ji xaka wan derên anî ziman û wiha dawî li gotina xwe anî; “Ev der ne xaka wan e, ev der cihê me yê bi salan e. Em ê destûr nedin wan, xaka me qirêj bikin. Pêwîst e çeteyên DAIŞ’ê di demek nêz de ji ser xaka xwe em derxin.”