Serdem Jiyan li Kolnê hate bîranîn

Fermandarê HPG'ê yê Herêma Dersimê Serdem Jiyan li Kolnê hate bîranîn. Hevrêyên wê yên li Rojava jî Jiyan bi bîr anîn û gotin, "Bandor li jiyana me hemûyan kir."

Fermandarê HPG'ê yê Herêma Dersimê Serdem Jiyan li bajarê Koln ê Elmanyaye hate bîranîn.

Merasîma bîranînê li Mala Kurdan pêk hat û Hevseroka KCD-E Fatoş Goksûngûr, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîd û Windayan Şengê Kahraman û hevrêyên Jiyan axivîn. Ozan Comert jî li merasîmê li ser şehîdan stran got.

Parlamenterên HDP'ê Nûrsel Aydogan û Tûba Hezer, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî beşdarî merasîmê bûn û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Xizm û hevrêyekî Serdem Jiyan ê li Rojava bi rêya telefonê beşdarî merasîmê bû û axivî.

Nûnerê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî li gorî merasîmên Elewiyan çira vêxist, dia kir û ji bo berxwedana Efrînê banga piştgiriyê kir.

Di merasîmê de sînevîzyonek ji axaftina Serdem Jiyan hate nîşandan.

Serdem Jiyan 27'ê Mijdara 2017'an tevî çar hevalên xwe li Dersimê şehîd bûbû.