Serdegirtina NCDK a Bîelefeldê hate şermezarkirin

Li dijî serdegirtina polîsan a li NCDK a Bîelefeldê daxuyaniyek hate dyain. Di daxuyaniyê de serdegirtin hate şermezarkirin û piştgirî ji gelê Kurd re hate dayin.

Daxuyanî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bîelefeldê hate dayin. Hevserokên NAV-DEM'ê Ayten Kaplan û Tahîr Koçer, nûnera partiya Çep (Die Linke) ya li Bîelefeldê Barbara Schmîdt, nûnerên Antî-Fa, Sosyalistische Deutsche Arbeite Jugend (SDAJ), Meclîsa Jinê ya Êzidî, Degehan Eleviyan OWL, Komeleya Elewiyan a Bîelefeldê, Ak Azyl, Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Bîelefeldê, Civaka Azad, YXK, Mizgefta Şêx Seîd beşdar bûn. Daxuyanî doh danê êvarê saet 18:30'î li ber NCDK a Bîelefeldê hate dayin û gleek Elman jî lê amade bûn.

Hevserokê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer got, "Weke gelê Kurd ji bo li Elmanyayê bi çanda xwe bijîn, ji bo dîroka xwe ji bîr nekin, civaka xwe ronî bikin, rûmeta xwe biparêzin û asîmîle nebin, bi rengekî azad me komeleyên xwe vekir. Lê belê dewleta Elman komele û karên me dike qurbanê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk a faşîst re. Em tiştekî bi bîr bînin; Kurdan serê xwe ti carî li ber zilmê netewandin û wê netewînin."

Koçer bang li dewleta Elman kir: "Divê dewleta Elman êdî dest ji van zextên xwe berde. Girîng e polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan biguherîne. Pêwîste giraniyê bide ser rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka Kurd. Divê bi rola diyalog û çareseriyê rabe."

Hevseroka NAV-DEM'ê Ayten Kaplan jî got, "Gelê Kurd gelek e ku ji aliyê civakî û çandî ve xwe bi rêxistin kiriye. Di heman demê de li dijî zilma DAÎŞ'ê têkoşîneke bêhempa kiriye. Divê em bibin yek, em bi hev re bin."

Girseya gel piştî daxuyaniyê dest bi meşê kir û ji Bahnhofstr. heta Jahnplatzê meşiya. Li Janhplatzê jî daxuyaniyek da û pitşre ber bi NCDK ve meşiya.