Serdegirtina Konê Çareseriyê ji aliyê hezaran ve hate şermezarkirin

Serdegirtina Konê Çareseriyê ji aliyê hezaran ve hate şermezarkirin

Di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Seyhanê de bi hezaran kesan serdegirtina leşeran a Konê Çareseriyê yê li Bajaroka Gundikê Melê pêk hat bi meşekê şermezar kir. Girseya ku li ber Nûnertiya BDP'ê ya Gulbahçe kom bûn, ji Ocalan re azadî xwest.

Nûnertiya BDP'ê ya Taxa Gulbahçe ya Navçeya Seyhana Edeneyê bi tevlêbûna hezaran kesan bi şahiyekê hat vekirin.

Di şahiya vekirina nûnertiya BDP'ê ya taxa Gulbahçe, bi hezaran kesan serdegirtina leşkeran a Konê Çareseriya Demokratîk yê li Bajaroka Gundikê Melê hat şermezar kir. Di vekirina nûnertiya BDP'e ya Gulbahçe de endam û rêveberên BDP'ê yên navendî û bajar, rêveberên TUHADER, MEYADER, KURDÎ-DER, DOKH, Înisiyatifa Dayikên Aştiyê, YDG-H jî di nav de ji 7 salî heta 70 salî amade bûn.

Di vekirinê de alên BDP'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û Konfederalizm a Demokratîk hatin vekirin. Li qadê pankarta mezin a YDG-H'ê ya "Ji fihûş, tiryak, bişaftin û sîxuriyê re rê tune" vekirin. Di bernameya vekirina nûnertiyên BDP'ê de şahiya muzikê hat dayin. Bi hezaran kesan govend gerandin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê de silogan qîr kirin. Komek ciwan bi şal û şapikan derket qadê û rastî eleqeyek mezin hat. Komê bê navber siloganên "Biji Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan. Bernameya vekirinê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û silogana "Şehîd namirin" destpê kir.

'EM DÊ HER TIM LI DIJÎ TIRYAK, FIHÛŞ Û BIŞAFTINÊ BIN'

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Seyhanê Hazim Yalçin, Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak û Endama Meclisa BDP'ê Cîhan Sîncar axaftin kirin. Di axaftinan de Ugur Bayrak anî ziman ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Bayrak, bal kişand ser kampanya ciwanana YDG-H'ê destnîşan kir ku, ew dê heta dawî li pişt ciwanan bin û her tim li dijî tiryak, fihûş, bişaftin û sîxuriyê têkoşînê bidin.

Bayrak bang li serowezîr û hikûmata AKP'ê jî kir û xwest samîmî tev bigere û li hemberî gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd avêtiye gavên çareseriyê bavêje. Bayrak serdegirtina leşkeran a Konê Çareseriya Demokratîk ê li Gundikê Melê ji şermezar kir û diyar kir ku, ew li dijî pêvajoyê provakasyone.

Endama Meclisa BDP'ê Cîhan Sincar jî ji kurdan xwest ku her tim li gel hemû lîstik û provakasyonan di nava yekîtî û ti de tev bigerin û li pêvajoya aştiyê xwedi derkevin. Piştî axaftinan nûnertiya BDP'êya Taxa Gulbahçe i aliyê endanên Dayikên Aşityê ve bi rengên kesk, sor û zer hat vekirin. Piştî vekirinê bi hezaran kes ji bo serdegirtina Konê Çareseriya Demokratîk ê li Gundikê Melê şermezar bikin meş pêk anîn. Bi hezaran kes heta kolana Obalar a taxa Gulbahçe meşiyan û bê navber siloganên "Biji Serok Apo" qîr kirin. Kom piştî demekê belav bû.