Serdanên li çalakiya Strasboûrgê didome
Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger û serdanên li çalakiyê jî didome.
Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger û serdanên li çalakiyê jî didome.
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di 17’ê Kanûna 2018’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 çalakgeran dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Ji roja destpêka çalakiyê ve gelê Kurd û dostên wan ên ku li Ewropayê dijîn, tên serdana çalakgeran û piştgiriyê didin wan. Di roja 105’an de li ser navê Pira Hevgirtinê ya Zurîh û Amedê komek hatin serdana çalakgeran.
‘TENDIRUSTIYA WAN ME DIXE NAV FIKARAN’
Çalakgerê ji Swîsreyê Jochî Weîl Golsteîn di serdanê de axivî û diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ji wan gelekî watedar e. Golsteîn diyar kir ku ew ji tendirustiya çalakgeran bi fikar in lê ew ji helwesta çalakgeran serbilind in.
‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’
Golsteîn diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan divê were rakirin û got ku “Rakirina tecrîdê ne bes e, divê azadiya Ocalan jî pêk were. Çalakger bi bedena xwe çalakiyê li dar dixin û ev jî di dîrokê de kêm e. Çalakger di çalakiya xwe de biryardar in û bi têkoşîna xwe re ji bo demokrasî û aştiyê jî têdikoşin. Pira Hevgirtina Zurîh û Amedê, ji serê çalakiyê ve me gelek çalakî li dar xist, me gelek afîş û belavok amade kirin. Ez çalakî teqez wê bi ser bikeve lê ji bo ku rewşên neyînî pêk neyê divê herkes piştgiriya bi çalakiyê re geştir bike.”